Skip to content

Tîpa Eyê

Merhaba ez tîpa Eyê me. Ez bawerim hûn min nas dikin û dizanin erka min çi ye. Lê ez ê behsa vî tiştî nekim. Ez çawa çêbûm, ez di kîjan heyaman re derbas bûm û dê pêşeroja min çi be, dê mijara me ev be.

Ez ê tenê li ser navê xwe biaxivim. Ji xwe yeke yek kêfa min ji tîpên din re nayê. Dema em tên cem hev em qala her tiştî dikin û navbera me baş e. Lê wekî got ez niha tenê me û ez ê çîroka xwe ji we re vebêjim. Mixabin ez we baş nas nakim, ji ber wê hin beşên çîrokê yên taybet û veşartî hene, ez ê behsa wan nekim.

Hin mirov dibêjin dîroka nivîsandinê bi afirandina însên dest pê dike û hin jî dibêjin ew nediyar e, tiştên ku em dizanini nêzî 6 hezar sal berê Someriyan li ser rûyê keviran nivîs bi şêweya xêzikan ango wekî bizmaran nexşandine.

Ez baş dizanim ku li ser vê mijarê çi bibêjim jî hûn ê dîsa bi ya xwe bawer bin. Lewra ez vê mijarê wekî taybetiya xwe qebûl dikim û li ser ya ku diyar e dê berdewam bikim.

Wexta Someriyan li ser rûyên tehtan û keviran dinivîsandin ez li wir bûm, di nav nivîsê de derbas dibûm. Erê, şiklê min cûda bû û carna min jî ji peyva ku ez di nav de bûm fêhm nedikir ku tê çi wateyê. Ji xwe hûn hê jî ji wan nivîsan pir fêhm nakin lê tê gotin ku ên hatine eşkere kirin li ser destan û serweriya şaristaniyan in.

Bi dû re li şaristaniyên wekî Misrê, Babelî, Romanî, Hindî, û Çînî de ev nivîsandina bi xêzikên bizmarî bûn şêweya wêneyan û li ser lewheyên heriyê, pelên daran û çermê ajalan hate nivîsandin.

Li Misrê. 2700 salan beriya zayînê ez di şiklê “mîrovê ku kêfê dike” bûm. Hûn li wan lewheyên ku li Misrê hatine keşfkirin binêrin hûn ê min bibînin. Dû re jî Romaniyan hêdî hêdî min guhertin û ez gihiyam ev şiklê xwe yê rojane.

Di hin alfabeyan de carna ez kum jî li serê xwe dikim, di hinan de milek min kêm en zêde ye lê belê eslê min ji alfabeya latînî ye û şêweya min î resenî ev e.

Berî ku ji we re behsa çapê bikim ku ez û tîpên din em çawa li hev top bûn û me bi sed hazaran peyv û bi milyonan pirtûk çêkirin, ez ê babeta ku hûn pir meraq dikin vebêjim.

Li gorî ku hatiye keşfkirin û ya tê zanîn nivîsa pêşîn ji aliyê Someriyan, 3300 salan beriya zayînê hatiye nivîsandin. Lê ez dizanim ku beriya Someriyan jî nivîsandin hebû û ez dizanim bê ka ev nivîs li ser çi mijarê ye. A rastî ev mijar mijara veşartî bû lê ez dibînim ku kêfa we ji çîroka min hatiye. Maxwene kêfa we jê nehatiba we heya vir nedixwend.

Erê ez ji we re çîroka nivîsa pêşîn jî vebêjim. 12 hezar salan beriya niha, mirovan bi vegotina devkî û îşaretî jiyana xwe didomandin. Wê demê armanca mirovan ya sereke, tenê berdewamkirina jiyînê bû. ji bona jiyana xwe berdewam bikin xwarin û zêdebûn bes bû. Lê ciwanekî li Çiyayên Zagrosan dijî dibêje; ” êdî bes e, ez nema dixwazim goştê heywanan bixwim, ji ber ku ew jî bican û biruh in” û xwe wekî “vegan” ango goşt û berê ajalan naxwe îlan dike.

Na na, nivîsa pêşîn ne li ser veganbûnê ye. Digel vê yekê mêr meseleyê fêhm nakin lê jinên ku bi vê rewşê dihesin xwe li dora vî camêrî digirin. Ên ku dibêjin “çi mêrekî dilsoj e” ên ku dibêjin ” çi ciwanekî bihis ramiyar e” her jin pesnê wî dide.

Şikeftek wî ciwanî hebûye ku wexta aciz dibû diçû wir dikete xem û xeyalan. Îjar jinên ku bûne heyranên wî jî diçin wê şikeftê, civakê li dar dixin û li ser jiyanê fikir û ramanên xwe parve dikin.

Here were civat ber bi dilketinê û evînê diherike. Dilê fenomenê me dikeve jinekê û hiş û dilê xwe li ser evînê pirr mijul dike. Wexta ku êdî lihevnêrîn, hevmaçkirin û evînkirin têrî dildarê me nake berê xwe dide rûyê keviran û dîwarên şikeftê. Evîna xwe bi şêweya wêneyan û xêzikan dinexşîne.

Ha ev nivîsa pêşîn e. Erê nivîsa pêşîn li ser evînê û dilketinê ye. Ev çîrokek rast e. Ku hûn ji min bawer nakin herin ji tîpên din bipirsin.

Em vegerin ser mijara çapê. Di salên 868an de li Çînê çap tê keşfkirin û nivîs û pirtûkan çap dikin û li cîhanê belav dikin. Ev geşedanî nivîsandinê ji bo pêşketina mirov û dinyayê dike girîngiyeke hêja. Bi ronesansa Ewropayî jî re nivîsandin, xwendin û pirtûk dibe hêzek biqasî çekan xurt e. Dewlet û neteweyên ku nivîsandin û xwendinê nas kirin û xwe perwerde kirin ji yên din bêtir bi pêş ketin.

Mijara dawî jî li ser we ye, erê xwînerên vê nivîse. Ez dizanim hûn kurd in, ji ber ku ev nivîsa hûn dixwînin kurmancî ye, ez dizanim ku kurmancî ye çimkî ez di hundirê vê nivîse de me. Mixabin kurd di nivîsandin û xwendinê de li paş mane. Ji ber ku çanda kurdan pirtir li ser vegotina devkî ye, destan, çîrok, şîret û serweriyên kurdan pirtir ji wan nehatine nivîsandin û negîhane roja me. Ên nivîsandî jî hûn li wan xwedî derneketine û winda bûne.

Ji bo ku hûn kurd jî bigihên asta rojane ya wêje û ziman divê li vegotine xwe ya devkî û nivîskî xwedî derkevin û piştgiriyê bidin nûserên xwe, çapgerên xwe û wêrgêrên xwe. Hûn bi zimanê dayika xwe binivîsînin û bixwînin ji min, ji tîpa Eyê tiştek kêm an zêde nabe lê hûn bi zimanê xwe hene, zimanê we winda bibe hûn ê jî êdî ne hûn bin, hûn ê bibin hinekên din.

Beşa vê nivîsê:Ziman û Wêje

Şîroveya Yekemîn Binivîse

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *