Skip to content

Tewang

Di kurmancî de bi mebesta nîşandana dem, kes, rawe, zayend û rewşê, di navdêran da guherînên teşeyî pêk tên. Bi xêra tewangê di hevokê de em dikarin kirde û bireser, raveker û raveber ji hev cuda bikin û herwiha zayend û mêjera bêjeyê jî dîyar dibe. Ji bilî cînavkên tewandî (jixwe ew tewandî ne) em dikarin bêjeyan bi du awayî bitewînin.

1: Bi alîkarîya hin qertafan em dikarin tewangê pêk bînin û zayend û mêjera bêjeyê dîyar bikin.

 NêrPirjimar
Nasyar-an
Nenasyar-ekê-ekî-an

Qertafên Tewangê

2: Navdêrên di hundirê wan de dengdêrên “a” û “e” hene ew dengdêra herî dawî bi tîpa “ê”yê tê guhertin.

Mînak: Ez nên dixwim. Osmên pirtûk xwend. Azadîya Welêt. Li bajêr.

Nîşe 1: Heke bêje bi tîpeke dengdêr biqede divê em tîpa kelijandinê (y) jî binivîsin.

Nîşe 2: Di kurmancî de tewandina navdêrên nêr pir kêm tên bikaranîn.

Cîhên bikaranîna tewangê:

  • Dema Borî (Lêkerên Gerguhêz)

Di dema borî da ku lêker gerguhêz be bireser xwerû dimîne, kirde ditewe.

Nasyar, yekjimar mê: Xezalê şîv xwar. Kerê çem derbas kir. Te ez kuştim. Min pirtûk nexwend. civîn li dar xist. Wesîlayê kurê xwe zewicand.

Nenasyar, yekjimar mê: Jinekê qehwe xwest. Mirîşkekê hêk kir.

Nasyar, yekjimar nêr: Hesenî sêv kirîn. Te ez kuştim. name nivîsî. Min pirtûk nexwend.

Nenasyar, yekjimar nêr: Zilamekî kevir avêt. Hespekî êm xwar.

Pirjimar: Leşkeran gund şewitand. Me av vexwar.  Xwendekaran dibistan qedand.

Di dema borî de em em dikarin pirsên “Kê?” û “Çi?” li pêveberê bikin. Bersiva herdu pirsan ji di hevokê de heye. (“Kê?” Cînavka pirsîyar ya tewandî ye.)

  • Xezalê şîv xwar.  Kê xwar? Xezalê xwar. Çi xwar? Şîv xwar.
  • Jinekê qehwe xwest. Kê xwest? Jinekê xwest. Çi xwest? Qehwe xwest.
  • Xwendekaran dibistan qedand. Kê qedand? Xwendekaran. Çî qedandin? Dibistan qedandin.
  • Dema Borî (Lêkerên Negerguhêz)

Di dema bordî da heke lêker negerguhêz be kirde xwerû dimîne, têrker hebe ditewe. Ji bilî cînavkên xwerû yên pirjimar kirde hertim yekjimar tê nivîsandin, pirjimarî bi alîyê lêker tê nîşandan.

Mînak: Xwendekar çû dibistanê. Xwendekar çûn dibistanê. Ez hatim malê. Em hatin malê.

Heval çû bajarî. Heval çûn bajarî. Gundî derket zozanan. Gundî derketin zozanan.

  • Dema Niha û Dema Bê (Lêkerên Gerguhêz)

Di dema niha û dema bê de heke lêker gerguhêz be kirde xwerû ye, bireser ditewe, bireser cînavk be cînavkên tewandî tên bikaranîn.

Nasyar, yekjimar mê: Ez pirtûkê dixwînim. Ez ê pirtûkê bixwînim.  Xelîl çayê vedixwe. Xelîl dê çayê vexwe. Tu min dikujî. Tu yê min bikujî.

Nenasyar, yekjimar mê: Ez pirtûkekê dixwînim. Ez ê pirtûkekê bixwînim. Xelîl çayekê vedixwe. Xelîl dê çayekê vexwe.

Nasyar, yekjimar nêr: Ez Hesenî dişînim. Ez ê Hesenî bişînim. Xelîl derîyî vedike. Xelîl dê derîyî veke.

Nenasyar, yekjimar nêr: Ez derîyekî vedikim. Ez ê derîyekî vekim. Xelîl kevirekî diavêje. Xelîl dê kevirekî biavêje.

Pirjimar: Ez hevalan nas dikim. Xelîl sêvan dixwe. Xelîl dê hirmîyan jî bixwe.

  • Dema niha û Dema Bê (Lêkerên Negerguhêz)

Di dema niha û dema bê de heke lêker negerguhêz be kirde xwerû ye, têrker hebe ew ditewe. Ji bilî cînavkên xwerû yên pirjimar kirde hertim yekjimar tê nivîsandin, pirjimarî bi alîyê lêker tê nîşandan.

Mînak: Heval tê malê. Heval tên malê. Heval dê were malê. Heval dê werin malê.

Ez diçim bajarî. Em diçin bajarî. Ez ê biçim bajarî. Em ê biçin bajarî.

Gundî hildikişe çîyayan. Gundî hildikişin çîyayan.

  • Di Îzafeyan da Tewang

Di îzafeyê de raveker hertim ditewe.

Mînak: Qîza Xezalê. Roja Welêt. Derîyê malê. Quntara çîyê. Dersa edebîyatê. Dengê . Simbêlê Xelîlî. Navên bajaran. Şekirê zarokan.

  • Li Gel Daçekan Tewang

Navdêrên li gel daçekan tên nivîsandin ditewin.

Mînak: Ez li malê me. Em li ser xênî radikevin. Ez ji zarokan re taştê amade dikim.

Ez bi kerekî hatim. Ew ji ser hespekê ketîye.

  • Piştî Cînavkên Nîşander

Ji ber ku cînavkên nîşander ên xwerû bê zayend in ango nêtar in û mêjara wan bi alîyê cînavkên kesandine tê dîyarkirin nikarin navdêran bitewînin. Lê cînavkên nîşander ên tewandî navdêrên li dû xwe ditewînin.

 NêrPirjimar
Nêzîkvan
Dûrwan

Cînavkên Nîşander ên Tewandî

Mînak: Vê mehînê em pir betilandin. Wê hespê bigire.

Vî derîyî veke. Wî kevirî bîne.

Van zarokan bigerîne. Wan mewîjan nexwe.

  • Tewandina du an zêdetir navdêran

1: Navdêrên yek mêjer û zayendên cuda:

Tenê navdêra dawî li gor zayenda xwe ditewe.

Mînak: Xelîl û Xezalê şîv xwarin. Ez Dîlan û Osmên pêşnîyar dikim.  Ez ê mirîşk û dîkî serjê kim.

2: Navdêrên yek mêjer û yek zayend:

Tenê navdêra dawî li gor zayenda xwe ditewe.

Mînak: Xezal û Dîlanê şîv xwarin. Ez Osman û Xelîlî pêşnîyar dikim.  Ez ê mirîşk û qazê serjê kim.

3: Navdêrên mêjercuda:

Her navdêr li gor zayenda xwe û mêjera xwe tê tewandin.

Mînak: Xezalê û hevalan şîv xwarin. Ez bizinan û şivên dibînim.  Ez ê mirîşkê û qazan serjê kim.

4: Navdêrên pirhejmar û zayendên cuda:

Tenê navdêra dawî li gor pirhejmarîyê ditewe.

Mînak: Mişk û maran goştê me xwar. Ez gûz û behîvan didim hev.

5: Hejmar

Hejmar jî li gorî mêjer û zayenda xwe qertafên tewangê distînin.

Mînak: Pola yekê. Pola 2yan. Pola çaran. Yekî ez kuştim.

Çavkanî: Rêbera Rastnivîsîne (Weqfa Mezopotamyayê), Rêzimana Kurmancî (Sami Tan)

Halil Akgul

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî min!
Beş:Ziman - Wêje

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *