Skip to content

Surprîz

Ji ber ku wan rojan heta berbangê li dersên xwe dixebitî şev û roja wê tevlihev bûbû. Wê berêvarê jî bi çîzîna alarma demjimêrê şîyar bûbû û ji bo alarm bida sekinandin destê xwe li demjimêrê pelandibû. Wê gavê kaxezek ketibû nav tilîyên wê. Pir dibetilî û xewa xwe baş nedistand loma xewnên tewşo mewşo didîtin. Digot qey dîsa ew di xew da ye û xewneke din ya beradayî dibîne lê kaxezê bala wê kişandibû. Rahiştibû kaxezê lê ji ber şîlaqa li ser çavên xwe nikarîbû bixwenda. Her ku ji xewê şîyar dibû çavên wê ji ber şîlaqê heta nîv saetê venedibûn. Vê rewşê jî pir caran serê wê êşandibû. Wexta dixebitî ji bo xewa wê nehata pir qehwe vedixwar lewma dema şîyar dibû hertim mîza wê dihat. Çavgirtî heta diçû tiwaletê an serê xwe an tilîyên pêyên xwe li derna dixist.

            Çavên xwe bi tilîya beranekê firkandibû lê dîsa jî nikarîbû kaxez bixwenda. Kaxez danîbû cihê berê, rabûbû ser pêyan lê ji ber tirsa ku ew ê dîsa li bin guhê derekê biketa zû nekiribû. Berî gava xwe biavêta di dilê xwe de gotibû: “Xwezî min karîba çavgirtî jî bêyî ku li bin guhê derekê kevim bimeşîyama.” Û dest bi meşê kiribû. Bê qeza û bela gihabû tiwaletê û ji ber wê jî heyirî mabû. Heya mîza xwe kiribû li ser wê fikirîbû û hê ku şîlaqa wê nerm nebûye dixwest ev şîyana xwe ya nû dîsa biceribanda. Çûbû salonê, li salone gerîyabû derbasî midbexê bûbû û bêyî ku li bin guhê derekê biketa vegerîyabû cihê destpêkê, nav nivînan. Çawa çêbibû nizanîbû lê kêfa wê li cî bû. Daxwaza wê hatibû bîra wê, ne ji ber bawerîyê lê ji mereqê fikirîbû ku wekî din dikarîbû çi bixwesta.

            Hişê wê çûbû ser pereyan, mal, milk, mêrekî bedew, na na yekî baş bûya jî bes bû. Lê bi êşa reglê ku ev du roj bûn rihê wê ji laşê wê radikişand ricifîbû û bi derbekê ve xwestibû ku ji êşa reglê rizgar bibe. Xwesteka wê hatibû cî, êşa wê sekinîbû. Bêtir heyirîbû û êdî digot ez bawer im ku di xew da me û xewnê dibînim. Lê ji ber ku hê jî nikarîbû çavên xwe vekirana şikên we hebûn. Madem ku xewn didît çima nikarîbû çavên xwe vekirana? Vê neqlê jî xwestibû ku şîlaqa ser çavên we winda bibûya û çavên wê vebûna.

            Ev daxwaza wê jî hatibû cî lê bi vebûna çavan, baş fêhm kiribû ku ne di xew da ye.  Ji xeynî heyîrînê hinekî tirsîyabû jî. Ji tirsa çavên xwe girtibû û gotibû: “Xwezî ez di xewnê da bûma, ev tişt nehatibûna serê min.” Di wê navberê da çîzînîya alarmê dest pê kiribû. Ji bo alarm bisekinanda destê xwe dirêjî demjimêrê kiribû lê kaxezek ketibû nav tilîyên wê. Xewn bû an bira bû tê dernexistibû, hişê wê tevlihev bûbû lê ev kaxez hatibû bîra wê. Ji tirsê newêribû ji nav nivînan derketa. Heta şîlaqa ser çavên wê nerm bûbû û çavên wê vebûbûn xwe qet nelivandibû. Dema edî çavên wê vekirîbûn û dikarîbû bixwenda kaxez hêdî hêdî anîbû ber çavên xwe û xwendibû.

Surprîz! Îro dê 3 daxwazên te bên cî.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî min!
Beş:Çîrok & Ceribîn

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *