Skip to content

Kî Me?

Merheba, eletexmînî di îlona 1984an de hatime dinyayê. Rojbûna min a fermî wekî 2yê Adara 1984an danîne. Wexta ez yek salî bûme em ji gund derketine hatine Qoserê. Ez heya 17 salîya xwe li Qoserê mam. Dibistana seratayî û navîn min li Qoserê qedand. Piştre çûm Stenbolê. (1999) Min lîse li Stenbolê xwend. (2003)

Piştî 16 salan min dîsa dest bi xwendekarîyê kir. Di 2019an de min xwe li Zanîngeha Bîngolê, li beşa “Ziman û Wêjeya Kurdî” tomar kir. Xwendekarîya min berdewam e. Ez hînî zimanê xwe dibim. Ez di vê bloga xwe da nivîsên xwe parve dikim. Bihêvî me ku bi dilê we bin.

Ragihandin: halilakgulnetgmail.com