Skip to content

Gotar (Meqale, Nivîsar)

Gotar metnên ramanî ne, nivîskar ramana gotarê bi delîl, belge û daneyên zanistî radigihîne xwîner. Armanca yekemîn ya gotarê agahdarîkirin e. Nivîskar dikare li ser her mijarê gotara xwe binivîse lê belê divê li ser mijarê xwedî agahî be û berî dest bi nivîsê bike divê li ser mijarê lêkolîn kiribe. Mijar li ser çi be jî divê gotar xwedî angaştekê/îdîayekê be. Lewma nivîskar mecbûr e îdîaya gotarê biparêze, bipeyitîne û bi xwîner bide pejirandin.

            Gotar di rojname û kovaran de tên weşandin. Yên di rojnameyan de tên weşandin piranî li ser mijarên rojevî ne. Nivîskarê gotarê li ser bûyerên sîyasî û civakî nêrîn û şîroveyên xwe radigihîne xwendevanan. Ji ber ku rojname digihîje her asta civakê gotar bi zimanekî hêsa/sade tên nivîsandin. Gotarên zanistî û edebî(akademîk) piranî di kovaran de an jî li ser înternetê tên weşandin û zimanê wan ji gotarên rojnameyan girantir in. Di gotarê de jî bêjeyên zanistî serdest in, nivîs li ser têgehan ava dibe. Di zimanê gotarê de hunerên edebî nayên bikaranîn, nivîs di çarçoveya şênberîyê de dimîne û nivîskar ji zimanê rojane, bi taybetî ji vebêjîya “ez”ê dûr disekine.

            Ji bo gotar bala xwendevan bikişîne divê di destpêka gotarê de mijar bêkitekîtî bê danasîn. Lewma destpêk heta jê tê divê kin be. Di destpêkê de mînak nayên danîn. Bi çar pênc hevokan bersivên van pirsên jêr tên eşkerekirin.

  • Berê li ser vê mijarê vekolîn hatine kirin an na?
  • Pêdivîya çi ji vê vekolînê hebû?
  • Armanca(doza) vê vekolînê çi ye?

            Di beşa geşedanê de mînakên ku mijar û pirsgirêkê ronî û piştrast dikin tên raxistin. Lêkolînên hatine kirin bi daneyên zanistî û îstatîstîkî ji bo peyitandina îdîayê tên pêşkêşkirin. Raman û nêrîn bi awayekî berfireh tên ravekirin. Ji bo her hêleke mijarê bendeke(paragrafeke) tê veqetandin.

            Di beşa encamê de nivîskar, encamên vekolînê û agahîyên nû yên bi dest xistine bêyî dubarekirina îdîa û delîlan, tevî encamên nerênî bi zimanekî vekirî û hêsa dinivîse.

Di Edebîyata Dinyayê de Geşedena Gotarê ya Dîrokî

            Nivîsandina meqaleyên modern bi weşandina rojname û kovaran dest pê kiriye. Berîya rojnameyan, di warê dînî û pêşketinên civakî de jî nivîs hatine nivîsîn, lê belê ev nivîs ji bo meqaleyan ne têrdar in. Tê zanîn ku li Çînê derheqê çêkirin û bikaranîna çekan jî nivîsên agahker hatine nivîsandin. Kovara Philosophical Transactions of the Royal Society ya di sala 1665an de ji aliyê Komeleya Qiralîyetê ve li Qiralîyetên Yekbûyî bi zimanê îngîlîzî hatîye weşandin, gotarên zanistî yên yekemîn tevî edebîyata dinyayê kiriye.* Bi geşedana çapê hejmarên rojname û kovaran zêdetir bûne û gotarên rojanê û akademîk di edebîyatê de cîhekî girîng girtine.

*https://en.wikipedia.org/wiki/Philosophical_
Transactions_of_the_Royal_Society

 Di Edebîyata Kurdî de Geşedana Gotarê ya Dîrokî

            Li gorî agahîyên ku Ayhan Yıldız1 radigihîne me, nivîsa lêkolîni ya Mela Mehmûdê Bazîdî (r.1797 m.1863) ku di Cami’eya Hîkayeyên Kurdî de bi navê Risala Şair û Musennifên di Kurdistanê hatiye nivîsandin wekî pêşenga gotarên kurdî tê hesibandin. Lê belê di edebîyata kurdî jî geşedana gotaran bi rojnameyan dest pê dike. Nivîsa Mîqdad Mîdhed Bedirxan ku di rojnameya Kurdistanê (1898-Misir) de hatiye weşandin wekî yekem çeşnê gotarê di edebiyata kurdî de cih girtîye. Di rojnameyên Şark ve Kürdistan (1908), Kürt Teavûn ve Terakkî Gazetesi (1908) û di kovarên Rojî Kurd (1913), Jîn (1918) û Kurdistanê (1919) de jî nivîsên di şêweya gotarê hatine weşandin. Nivîsa bi navê Dema Kalê-Çaxa Me-Dema Tê ku ji alîyê Xezalê ve hatîye nivîsandin yek ji gotarên Kovara Rojî Kurd e. Di Kovara Hawarê (1932) de jî nivîsên bi şêweya gotarê hene. Di hejmara ewil de gotara Kamiran Elî Bedirxan ya bi navê Edebîyata Welatî heye. Celadet Elî Bedirxan di hejmara 19. de nivîseke rexneyî-lêkolîni bi navê Kurd û Kurdistan Bi Çavên Biyanîyan li ser berhemên kurdnasên ewropî bi terzê gotarê nivîsîye. Hin gotarên din yên di Hawarê de hatine weşandin ev in:

  • Klasîkên Me – An Şahir û Edîbên Me ên Kevin (Hejmar 33) (Herekol Ezîzan)
  • Mewlûda Dimilkî (Celadet Elî Bedirxan)
  • Sultan Selahedînê Eyûbî (Hejmar 13) (Celadet Elî Bedirxan)
  • Le Bo Yekîtîya Zimanê Kurdî (Hejmar 23) (Lacê Henê)

            Di kovara Rojî Kurd de gotarên bi soranî jî hatine weşandin. Nivîsên bi navê Tal û Şîrîn û Mindal Bo Çi Fêrî Xwendin Nabî ku ji alîyê Silêmanî Evdilkerîm ve hatine nivîsîn gotarên soranî ne. Nivîskarên kurd, Izedîn Mustefa Resûl, Cemal Xeznedar, Smaîl Heqî Şaweys û Marûf Xeznedar di kovarên li başûrê Kurdistanê de hatine weşandin gotarên soranî nivîsîne. Herwiha di Kovara Hawarê de jî gotarên soranî hatine weşandin.

            Di mêjûya me ya nêz de di kovar û rojnameyên mîna Rewşen, Zend, Nûbihar, W, Vate, Bîr, Çirûsk, Nûpelda, Şewçila, Newepel, Mukaddîme, Kelha Amed, Mülemma, Nûbihar, Nûbihar Akademî, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, The Journal of Mesopotamian Studies û li ser malperên înternetê gelek gotarên astbilind yên edebî û zanistî hatine nivîsandin û hîna jî tên nivîsîn.

            Gotarên di zanîngehên başûr û bakurê Kurdistanê de hatine weşandin bingeha dîroka gotarên modern ên kurdî ava dikin. Gotara Dr. Abdurrrahman Adak ya bi navê Mela Xelîlê Sêrtî Helbestvanê bi Mexlesa Şewqî û Helbestên Wî yên Kurdî (Kurmancî) di Kovara Mukaddime hejmara 1ê de hatîye çapkirin. Ev gotar yekem gotara modern ya kurdî ye ku di kovara bi lijneya hakem ya Zanîngeha Mêrdin Artûklûyê de derketiye.

            Li gorî lêkolîna Xebatên Akademîk Yên Kurdolojîyê Li Turkiyeyê2 gotarên kurdî yên di kovarên akademîk yên li Tirkiyeyê de di navbera salên 2009 û 2019an de bi kurmancî, soranî û zazakî hatine nivîsîn ev in:

1. Ayhan Yıldız, Hunera Vegotina Bedew a Devkî û Nivîskî II, r. 28.
2. Kovara Kurdînameyê ya Navnetewî (2019 Hejmar 1)

Kovar/Sal 2009 2010 2011 2012 2013 2014 2015 2016 2017 2018 2019
JMS               5 12 6 3
Nûbihar Akademi           6 7 7 7 6  
Kovara Enstît.Z.B             10 11 7 5  
Derwaze                 10 2 6
e-Şarkiyat               1 3 7 4
Kadim Akademi                 1 4  
Mukkadime   2 2 2     2   5 2 2
IJOKS             6 14 2 21 11
Komînek 2 2 2 6 25 38 47 53 26

Tablo 1: Hejmara gotarên kurdî li gorî kovar û salan*

Tablo 2: Weşandina gotarên kurdî li gorî zarava û kovaran*

            Li gorî tabloyan di navbera salên 2009 û 2019an de bi tevahî 201 gotar hatine nivîsandin. Bi 53 gotaran sala 2018an gihiştîyê lûtkeyê. Di salên 2009 û 2013an de qet gotar nehatine weşandin. Kovara IJOKSê herî zêde, Kovara Kadim Akademiyê jî herî kêm gotar weşandine.

            Gotarên hatine nivîsîn herî pir bi kurmancî ne, zaravayê soranî di rêza duyemîn de ye. Herî kêm bi zazakî gotar hatine nivîsandin. Kovarên Nûbihar Akademî û JMS bi piranî gotarên kurmancî weşandine. IJOKS bi 41 hejmaran herî pir gotarên soranî weşandîye. Kovara Enstîtuya Zanîngeha Bingolê bi 9 gotarên zazakî bûye kovara ku herî pir gotarên zazakî weşandîye. 

* Kovara Kurdînameyê ya Navnetewî (2019 Hejmar 1)

Halil Akgül

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî min!
Beş:Ziman - Wêje

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *