Skip to content

êşên veşartî

-Çima her kes dibê qey mirovê ku herî bi êş ew e, Şevger?
-Nizanim ezbenî. Dibe ku êş jî wekî rêçtilîyan bêhempa be.
-Dê çi xweş bûna ku ji êşa wan me karibûna mirov nas bikira.

-Bi piranî mirov dixwazin êşa xwe veşêrin, êşên veşartî mirov xurt nîşan dide ezbenî.
-Ez naxwazim xwe bihêz nîşan bidim Şevger.
-Wê gavê êşên xwe vebêjin ezbenî.
-Ji kê re vebêjim Şevger?
-Kî bipirse ji wan re vebêjin ezbenî.
-An kesek nepirse Şevger?
-Xwe bihêz nîşandan jî baş e ezbenî.
-Kesek nepirse ez ê ji te re vebêjim Şevger.
-Ez ê guhdar bikim ezbenî.
Şevbaş Şevger.

Beşa vê nivîsê:Ziman û Wêje

Şîroveya Yekemîn Binivîse

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *