Skip to content

Bextreş

Çavên xwe vekir, li demjimêra xwe ya bi alarm ku li ber serê wî bû nihêrî û bêhemdê xwe ji dehan paş ve hejmart. Neh, heşt, heft, şeş, pênc, çar, sê, du, yek û demjimêrê dest bi çîzînîyê kir. Li ser kêlekê di nav nivînan da dirêjkirî bû. Lihêfa xwe ji ser xwe avêt, xwe rast kir û rûnişt. Hêjî matmayî li saetê mêze dikir. Saet tam heft bû. Demjimêra wî ji bo her roj ji saet heftan heya dehan her serê saetê li alarmê bixe hatibû sazkirin. Lê heya îro ew qet di heftan de şîyar nebibû. Her tim dereng dima û di wext de nedigihişt zanîngehê. Wexta xwest rabe ser pêyan, şimika di bin pêyên xwe jî his kir. Bêtir heyirî, bi şev an jî ber sibehan dema dihat rakeve, xilmaşî xwe diavêt nav nivînan. Bi xweavêtina nav nivînan ev şimika di lingan de her ferek wê dipengizî derekê. Her roj herî kêm pazdeh deqeyan li fera şimika xwe digeriya.

            Îcar îro çi bi serê wî hatibû, nizanibû. Çû serşokê, çawa ku muslix vekir ava germ herikî. Hinek şampûan bera kefa destê xwe da û serê xwe kef kir. Bênavber serê xwe şuşt. Li ber eynikê serê xwe bi xewlîyê zuha kir. Dema xwe di eynikê de dît bi carekê li xwe hay bû ku dibişirîne. Hinekî ponijî bê herî dawî kengî xweşuştinek wiha bi kêf û bê pirsgirêk kiribû, nehat bîra wî. Jixwe ne xem bû. Ava ku berê an cemidî an jî kelandî diherikî vê neqlê li gor dilê wî bû, qutîya wî ya şampûanê ne wala bû û ceryan qut nebibû. Dixwest kêfa aniha derxe. Dest bi stranekê kiribû jî.

            Mabû taştê, taşteya xwe jî bê qeza û bela derbas bikira êdî wê îqna bibûna ku ew bextreşîya bi salan e li ser serê wî digeriya jê dûr ketîye. Hat ber ocaxê, kire pistepist di hundirê xwe de diayek xwend û bi tilîya xwe pêl bişkoka agir kir. Agir xwe bi carekê ve gihand gazê û ocax pêket. Çaydanê xwe heya nivî av xistê û danî ser êgir. Heta av kelîya sifre amade kiribû jî. Bi dilê xwe taştêya xwe kir. Ji bo ji malê derkeve xwe hazir kir. Li ber derîyê derve sola xwe xist pê. Tam wê oxweşîyeke bikişanda, bi şeqînîya derî ve veciniqî. Derî hatibû girtin. Ev sehne hezar caran hatibû serê wî. Mifteya derî li hundir jibîr dikir û vegera malê bi çîlîngîrekî dihat ku bikaribe têkeve mala xwe. Moralê wî xera bû. Hinekî paş stûyê xwe xwirand. Tiştekî ku bike tunebû. Destên xwe xist bêrîkên xwe ku hêdî hêdi ber bi zanîngehê ve bimeşe. Hê gava duduyan bû, ji pêlikan dadiket şingînîya mifteya di bêrîkê de bihîst. Kêfa wî dîsa hat cî. Bi qêrînî got: “Olêyyyyy.”

            Piştî qêrînê bi bazdan ji pêlikan daketibû û heta goşeya sikakê nesekinîbû. Dema li xwe hay bû ku xwêdan daye dev ji bazdanê berda, gavên xwe hûr kirin. Li ser rêya zanîngehê li saeta xwe nihêrî ku hê wext heye li ser bankeke şaredarîyê rûnişt, pal da ku hinekî bêhna xwe vede. Vê sibehê her tişt bi dilê wî diqewimî. Rewşa hewayê ku ev çend roj baran û serma bû îro xweş bibû. Banka lê pal dabû berrojk bû, tavê laşê wî nerm û germ dikir. Ew gav bû wê li ser paldankê di xew ve biçûna dengekî nas bihîst. Herdu mil vekiri rûniştibû lewma dema rûyê xwe li alîyê deng zîvirand dît ku keça li kêleka wî rûniştîye hema bêje di bin milê wî debû. Pêşî got qey di xew de ye. Cihê xwe xweş kir, destê xwe danî ser milê keçikê. Keçikê destê wî his kir û pêşîyê li destê wî dawîyê li rûyê wî nihêrî. Bi nêrîna keçikê hate ser hişê xwe, destê xwe yê ser milê keçikê paş ve kişand. Keçik dema rûniştibû silav dabûyê, silava wê lê vegerand.

            Ji roja ewil ku dest bi vê zanîngehê kiribû ev keçik dîtibû û bibû heyranê keçikê. Dil ketibû keçikê lê qet newêrebû here dilê xwe jê re veke. Tenê ji dûr ve wê dişopand. Ji xwe ew bextreşîya weke sîya wî hertim pê re bû derfet nedida wî ku nêzî kesekê bibe. Ji ber tiştên dihatin serê wî xwendekaran pir caran henekên xwe bi wî dikirin. Carekê li kantînê nêt kir here li cem wê keçikê rûne. Du heb çay stand û hêdî hêdî ber bi maseya keçikê ve meşîya. Di nîvê rê de xwest li keçikê binêre lê gava serê xwe bilind kir herdu lingên wî li hev hebilîn û serdev kete erdê. Bû hahayên xwendekarên ku ji berê de wî nas dikin. Nexwestibû keçikê ew di vî halî de bidîtîya loma bêyî li derdora xwe binêre rabû ser xwe û çû cilên xwe paqij bike. Erê, bextreşîya wî ne xema wî bû lê ev tenêtîya ji ver vê bextreşîyê canê wî aciz dikir. Lê belê ew rojên reş êdî li paş mabûn. Ji îro pê ve ew ê jî weke herkesî bûna û jixwe va ye dawîya tenêtîya wî li ser vê bankê qedîyaye. Keçika ku dil ketiyê li kêleka wî rûniştîye.

            Ji ber ku diponijî serê axaftina keçikê nebihîstibû lê peyvên herî girîng zevt kiribû. Kêfa keçikê jî ji wî dihat. Hayê keçikê ji roja ewil ji wî hebû. Ew bextreşîyên li dibistanê hatibûn serê wî, keçik jê dûr nexistibûn berevajî ew li ber dilê keçikê şîrîntir kiribûn. Di ew çend deqeyan de bibûn dildarên hev û hevdu hembêz kiribûn jî. Gihiştibûn lûtkeya şadîyê.

            Ji bo herin zaningehê rabûn ser xwe ketin milê hevdu û hêdî hêdî meşîyan. Tiştek bala wî kişandibû ku kesên di ber wan re derbas dibin bi ecêbmayî li wan dinêrin. Ew jî hinekî heyirî lê tu kes û tu tiştî nikaribû bextewarîya wî xera bikira. Wexta gihîştin ber derîyê zanîngehê, rê da keçikê ku pêşî ew di tûrnîkeyê re derbas bibe. Keçikê karta xwe ya xwendekarîyê bi tûrnîkeyê re da xwendin, çîzînî jê hat û keçik derbas bû. Wî jî karta xwe danî ser çavê tûrnîkeyê lê rê venebû ku derbas bibe. Ya duduya xwest karta xwe bide xwendin. Vê neqlê jî rê venebû di ser de jî bû çîz çîza wê. Li der dora xwe nihêrî. Parêzgerê zanîngehê dît. Bang parêzger kir. Parêzger hat, xwe li tûrnîkeyê daxul kir, li dora wê zivîrî û got na tu pirsgirêk di tûrnîkeyê de tuneye. Bi hêrs ji parêzger re gote: Madem pirsgirêk tê de tuneye çima çîz çîza wê ye, deng jê te. Parêzger guhên xwe bel kir, piçekî gohdar kir û got ev çîzînî ji tûrnîkeyê nayê, ev çîzînîya demjimêrê ye. Deng ji berîka çakêtê te tê. Hê parezgêr axaftina xwe neqedandibû, bilez destê xwe avêt berîka xwe. Demjimêra ku vê serê sibehê li ber serê wî bû aniha di destê wî de bû. Pêşî got qey min bi şaşî xistîye berîka xwe lê dema çavên wî li saetê ket ku saet dehan nîşan dide berê xwe zîvirand ku li keçikê binêre.

            Negihîşt careke din li rûyê ew keçika berî çend deqeyan ew hembêz kiribû binêre. Demjimêra ku saet dehan nîşan dide li ber çavên wî bû û hey çîz çîza wê bû. Maweyekê wek miriyan li kêlekê dirêjkirî, li xwe û jîyana xwe fikirî. Bi sekina çîzînîyê wî jî dev ji fikirînê berda. Rabû ser xwe. Fera şimikê ya rastê nexuya bû.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî min!
Beş:Çîrok & Ceribîn

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *